Mela Beşîr Varol: “Meseleya Filistînê herba Îslam û kufrê ye”

Mela Beşîr Varol: “Meseleya Filistînê herba Îslam û kufrê ye”

Di pêşengîya HUDA PARê de li Diyarbekirê bi beşdarbûna bi hezaran kesî ji bo Filistînê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî hat dayîn û siyonistên terorîst hatin telînkirin.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Beşîr Varol li Qada Şêx Seîd xîtabî bi hezaran kesî kir.

Varol di axavtina xwe ya ku kir de  destnîşankirin, li dijî wan qetlîamên ku li Filistînê tên kirin bêdengnemayîn wezîfeyeke însanî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “îsraîlê melûn bombeyên dijwar bi ser Fîlîstînîyan de davêje.Em ji hêla însanetîyê ve li vê meselê mêze dikin. Lewra kesekî/e ku ji xwe re bibêje ez însan im, divê li hember wê zilma, wehşet û qetlîama ku tê kirin bêdeng nemîne.Ew kesê/a ku li hember vê zilma ku li însanan tê kirin bêdeng bimîne bila ji xwe re nebêje ez însan im.”

“Meseleya Filistînê meseleyeke Îslamî ye”

Varol di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ev mesele herba Îslam û kufrê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev mesele ne meseleya mezheb, qewm an jî meseleya nîjadekî ye. Ji ber vê yekê kesê/a ku ji xwe re bibêje ez Misliman im divê ji doza Îslamê re bêdeng nemîne.Pêxemberê me dibêje ku ‘Kesê/a ku derdê Mislimanan ji xwe re nake derd ne ji me ye.’ Ev yek bi heman awayî meseleya Mescîda Eqsayê ye. Lewra Mescîda Eqsa qibleya me ya ewil e.Em nikarin birayên xwe yên Filistînî teslîmî zaliman bikin.Lewra Pêxemberê me dibêje: Misliman birayê Mislimanan e, zilmê li hev nakin û hevdû teslîmî zaliman nakin.”

Varol di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, divê hemû kes li gorî îmkan û derfetê xwe xwedî li meseleya Filistînê derkeve.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler