Mela Sedat Şeran: Qurban, nîşaneya nêzîkbûna Xwedê ye
Mela Sedat Şeran destnîşan kir ku Cejna Qurbanê îbadeteke girîng e ku rûhê teslîmiyet, teqwa û parvekirinê nîşan dide.
Mela Sedat Şeran di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê İLKHAyê de destnîşan kir ku qurbanî sîmbola dilsozî û teslîmiyeta li hemberî Xwedê ye û ayeta “Nîsk û xwîna qurbanên ku hûn serjê dikin nagihîje Xwedê, lê belê teqwaya ji we digihîje Ewî.” bi bîr xist.
Şeran anî ziman ku parvekirina goştê qurbanê wekî sê parî; parreke ji bo malbatê, parreke ji bo xizm û cîranan û parra dîtir jî ji bo xizanan sunet e, û diyar kir ku parvekirin bedewiya vê îbadetê hîn bêtir zêde dike.
Şeran her wiha bal kişand ser mijara birîna qurbanê bi rêya wekaletê û destnîşan kir ku divê saziyên pêbawer werin tercîhkirin û wiha got: “Ya herî xweşik ev e ku mirov qurbana xwe bi destê xwe serjê bike û belav bike.”
Şeran got: “Ji bo Xwedê nimêj bike û qurbanê serjê bike. Elhamdulîllah Rebbê me em gihandin van rojan, înşallah em ê Cejna Qurbanê fêm û îdrak bikin. Gava em li wateya vê rojê dinêrin, çi di warê dîrokî de û çi jî di warê îbadetê de, tiştekî pir hêja ye. Qurbanî ji şîarên Îslamê ye. Her çend ku qurbanî di mezhebê Henefî de wacib û di mezhebê Şafî de sunet be jî, temsîliyetek e, nîşaneya Îslamê ye. Mîna azanê ye; heke mirovek ji bo rîza Xwedê qurbanekê serjê bike, em vê wekî nîşaneya misilmantiya wî qebûl dikin.”
“Qurbanî, nêzîkbûna li Xwedê îfade dike”
Şeran destnîşan kir ku divê îbadeta qurbanê bi îxlas û teslîmiyetê were cih û wiha got: “Bêguman aliyên serjêkirina qurbanê yên bi dilsozî, teslîmiyet û îxlsa li hemberî Xwedê Teala re têkildar hene. Ji ber ku yê qurbanê serjê dike, jixwe ji bo Xwedê serjê dike. Navê wê qurban e, ango nêzîkbûnê îfade dike. Mirov vê ji bo ku nêzî Xwedê bibe serjê dike. Berê mirovan tiştên ku herî zêde jê hez dikirin ji bo Xwedê qurban dikirin. Hinekan mîna Hezretî Îbrahîm zarokê xwe qurban dikir. Di dîrokê de mînakên vê hene, lê belê Xwedê Teala bi dilovaniyekê li me nêrî û ferman da ku em van ne, lê heywanên dewar û pez ên ku di Qurana Pîroz de navê wan derbas dibe, bi heman niyetê, ango bi niyeta nêzîkbûna li Xwedê serjê bikin.”
Şeran anî ziman ku îbadeta qurbanê rasterast bi teqwayê re girêdayî ye û wiha axivî: “Xwedê Teala di ayeta pîroz de ferman dike ku ‘Goşt û xwîna qurbanên ku hûn serjê dikin nagihîje Xwedê, lê belê teqwaya ji we digihîje Ewî.’ Ev kar bi teqwayê re têkildar e. Ji ber ku teqwa jî xwe-parastina ji Rebbê me îfade dike, înşallah pir bi nirx e.”
“Divê goştê qurbanê were parvekirin, saziyên pêbawer werin tercîhkirin”
Şeran destnîşan kir ku di belavkirina goştê qurbanê de li gorî sunetê tevgerîn pir girîng e û wiha berdewam kir: “Şêwazên serjêkirinê hene. Carinan em bi rêya wekaletê serjê dikin, didin hin komele û saziyan. Dema mirov qurbanê serjê dike, berçavgirtina xizanan sunet e. Resûlullah eleyhîssalatû vesselam dema heca xwe dikir, heywanên xwe serjê kirin, parrek ji bo xwe girt û ya mayî li xizanan belav kir. Di vê mijarê de ya sunet ev e; em parreke ji sê parran (sêyê yekê) ji bo xwe veqetînin, parreke din bidin xizm û cîranên nêzîk, û parra sêyem jî li xizanan belav bikin.”
Şeran anî ziman ku mirov heke bixwaze dikare hemûya qurbanê jî bibexşîne û wiha got: “Mirovek dikare hemûya wê jî belav bike an jî hemûyê bîne mala xwe û bide xwarina malbat û mêvanên xwe. Di vê mijarê de tu wacibiyetek (şertbûnek) tune ye. Ya xweşik parvekirina wê ye. Îro mirov qurbanên xwe dişînin dervayî welat jî. Nexasim dişînin cihên ku xizanî lê heye mîna Afrîka, Efxanistan û Yemenê. Heke rewşa me ya ku em dikarin li mala xwe goşt bikirin hebe, şandina qurbanê ji bo hewcedarên li dervayî welat dikare hîn bixwate bibe.”
Şeran bal kişand ser saziyên ku bi rêya wekaletê organîzasyona qurbanê dikin û diyar kir ku divê mirov baldar be: “Mixabin di nav civakê de pirsgirêka ewlehiyê peyda bûye. Ji ber vê yekê, divê mirov berê xwe bide saziyên ku wan nas dike û wekî referans dizane. Heke weha bibe, dê dilê mirov hîn bêtir mutmayîn (rehet) bibe. Heke bidin cihekî şaş jî niyet û îbadeta mirov derbasdar e (caiz e), lê belê ya xweşik ew e ku mirov bi dîqat tevger bibe. Ya herî xweşik jî ev e ku mirov qurbana xwe bi destê xwe serjê bike, bike par û belav bike înşallah.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.