Mele Beşîr Şîmşek: Fealîyetên xeyrî Îslamî yên ku bi navê Îslamê tên kirin bila bi lez û bez bên betalkirin

Mele Beşîr Şîmşekê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADU ULEMAyê, ji “Leyîstikên Piştgirîya Îslamî yên 5emîn” ku li Qonyeyê tên tertîpkirin re bertek nîşan da û got ku ev bername ji dûrî nêzî tu eleqeya wê bi Îslamê re tuneye.

Şîmşekê ku destnîşan kir ku tu eleqeya “Leyîstikên Piştgirîya Îslamî yên 5emîn”, ku ji 56 welatan 4 hezar û 200 heb sporvan beşdarî dibin û bi malvanîya Tirkîyeyê tê kirin bi Îslamê re tuneye, Şîmşek îfade kir ku berevajî ev bername nava gotina Îslamê hatîye valakirin û bi vê valakirinê jî hatîye kirin bin obalê.

Şîmşek, îfade kir û bal kişand ku, ev bernameya ku navê “Piştgirîya Îslamî” jê re hatîye dayîn, projeyeke ku ev proje jîyana heram, ji rê derketî û batil ya Rojavayê ji Misilmanan re dide hezkirin û tê armanckirin ku Misilman hînê ev tiştan bibin, Şîmşek ev pirsê jî pirsî ku, “Kê ji vê bernameyê re qerer da ku ev Îslamî ye?”.

“Ji bona ev karê bikaranîna navê Îslamê û hilbijartina Qonyeyê ji Îslamê re û ji Misilmanan re heqareteke mezin e”

Şîmşekê ku di axavtina xwe de got ku “Piştgirîya Misilmanan, pişthevgirtina bi çarçoveya nirxên Îslamî mimkin e”, lazim e ku ev bernameya ku ne Îslamî ye bi lez û bez bê betalkirin.

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de weha got, “Di çend rojên dawîn de li Qonyayê hinek bernameyên sporê tên tertîpkirin. Ji ev bernameyê re jî navê ‘Leyîstikên Piştgirîya Îslamî’ hatîye dayîn. Lê dema ku li hindirê ev tiştê dinhêrî navê wî yê binavkirina Îslamî û hilbijartina cihê Qonyeya mutedeyyîn ji Îslamê re û ji Misilmanan re heqaretek e mezin e.”

“Kê ji ev bernameyê re qerara Îslamîye da”

Şîmşek di axavtina xwe de bal kişnad ku ev “Leyîstikên Piştgirîya Îslamî”, projeyeke bê’esilkirina bi planî û bi projeyî ye:

“Bernameyeke wisaye ku em li hindirê wê dinhêrin dibînin ku hemû tiştên xeyrî Îslamî tê de hene. Pîrekên tezî, mêr û jinên ku tevlîhev in û navê ‘Îslamî’ ji Îslamê re heqaretek û bêhurmetîyeke mezin e. Kesên ku îmze jî ev bernameyê re avêtine û bavîtîya ev fikrê kirine ecêb kî ne? Lazim e ku piştê ev tiştê bê lêgerînkirin. Ji alimên Îslamê re pirsa ka gelo ev tişt Îslamîye an jî ne Îslamîye hat pirsîn? An jî ji ev bernameyê re dayîna navê ‘Îslamê’ ji Serokatîya Karên Dîyanetê re hatîye pirsîn? Kê ji ev bernameyê re qerar da ku Îslamî ye?”

“Ji alema Îslamê re û ji Misilmanan re bêhurmetîyeke mezin”

Şîmşek, di berdewama axavtina xwe de weha îfade kir, “Bi taybetî ji bernameyên ku ji xirabîyê çêdibin û navên wan jî ‘Piştgirîya Îslamî’ tê dayîn û ji tu alimekî Îslamê û ji tu cemaatekî jî îzîn nehatîye girtin, ev bername hatîye tertîpkirin bêhurmetîyeke mezin e. lazim e ku bi lez û bez dev ji ev tiştê bê berdan. Ev beranameyan bi temamî; xweferzkirina li ser Misilmanan a fikrên batilî, terzên jîyanê ya Rojavayê ye. Û ev tişt, mixabin bi dayîna navê ‘Piştgirîya Îslamî’, projeyeke ku jîyana heram, ji rê derketî û batil yê Rojavayê ya hezkirina ji Misilmanan û hînkirina Misilmanan re ye.”

“Misilmanan bi heraman nikarin bikevin nav piştgirîyê”

Şîmşek îfade kir ku ew li hember hemû bernameyên ku xeyrî Îslamî ne û wan bernameyên xeyrî Îslamî yên ku bi navê Îslamî tê kirinin, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ji bernameyên ku tê gotin ew ê heta 18ê Tebaxê bidome bi lez û bez bên dawîkirin. Û dev ji heqaretên ku ji Îslamê re tên kirin bê berdan. Lê ger ku hûn piştgirîya Îslamî dixwazin îro alema Îslamê xwînê diherikîne. Hûn bi bernameyên alîkarîyê dikarin yekîtîya Misilmanan bikar bînin. Misilmanan bi tevî heraman nikarin bikevin nav piştgirîyê. Piştgirîya Misilmanan, pişthevgirtina bi çarçoveya nirxên Îslamî mimkin e.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler