Mele Sahap Korkutata: Quran di Şeva Qedrê de hatîye şîyandin lê ne ji bo şevê ji bo mu’minan

Mele Sahap Korkutata: Quran di Şeva Qedrê de hatîye şîyandin lê ne ji bo şevê ji bo mu’minan

Mislimanan, di nav deh rojên dawîyên Remezanê yê ku serê wê rehmet, nav wê mexfîret û dawîya wê jî azadbûna ji cehennemê ye, şeva Leyleyî Qedrê yê ku ji hemû şevan xêrtire digerin.

Mele Sahap Korkutatayê ji endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê derheqê muhîmtîya vê şevê de axavtinek kir.

“Xwedê ji bona ku vê ummetê bilindtir bike şev û rojan bexşên me kirîye”

Mele Sahap di axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala ji bona ku vê ummetê bilindtir bike û qisûrên wê ‘efu bike ji alema Îslamê re gelek rojên bi xêr bexş kirîye. Quranê daye, pêxemberan daye, roja înê daye, roja îdan daye, şeva leyleyê daye, şeva mîracê û wek van şev û rojan gelek şev û roj daye me.”

“Şeva Leyleyê bi eslê xwe şeva Quranê ye”

Korkuata di berdewama axavtina xwe de weha got, “Şeva Leyleyê bi eslê xwe şeva Quranê ye. Ji ber vê ji hezar mehan gelekî xêrtir e. Piştî vê mizgînîyê eshabîyên ku stêrkên ummetê ne dilê wan gelek rihet bûn û kêfxweş bûn. Ew zanibûn dema ku ew bighêjin şeva Qedrê ji ummetên dinê ew ê gelek bi fezîletdar bibin. Eger ku em şeva Qedrê ji bona ku bibînin bigerin dema ku em nebînin jî xêra wê şevê ji me re heye. Wek ku Pêxemberê me ( silat û silav li ser wî be) dibêje, ‘Em piştî hemû ji ummetan hatine lê bi fezîletê em pêşîya wan in.’ Yanê em ew qas fezîletdarin.”

Korkutata di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Şeva Qedrê şeva Quranê ye. Qurana ku di şeva Qedrê de hatîye şîyandin vê şevê fezîletdar kirîye. Feqet ew Quran ji bona şevê nehatîye şîyandin. Ji ber ku Quran vê şevê hatîye şîyandin ev şev bi qîmet bûye. Banga min a ku ji Misilmanan re ev e kû; bila di vê şevê de mitleqe ama mitleqe miheseba û tefekkura Quranê bikin. Quran di vê şevê de hat şîyandin û vê şevê bi Quran fezîlet girtîye. De ka, em li kû derê vê Quranê ne? Em nêzê wî ne an jî dûrê wî ne? Pêxemberê me ( silav û silat li ser wî be) dema ku gazî eshabîyên xwe dikir ji wan re digot ‘Ey ehlê Quranê’. Em jî di vê şevê de Quranê bifikirin. Em û Quranê bi hev dû dikin, em wekî Quranê ne? Bi tevî vê tefekkurê duayek jî bikin û em ê bi vê awayî vê şeva xwe bi herî xweşîk îdreq bikin.”

Korkutata di dawîya axavtina xwe de weha got, “ Tefekkura ku di şeva Qedrê de bê kirin, ji zikrê gelek fezîletdar e. Ji ber vê Xwedê Teala di Quranê de gotina mutefekkirê gelek zêde nivisandîye. Em şeva Qedrê ji bona xatirê Quranê hemêz bikin. Em Quranê bikin nav heyata xwe. Qurana ku di şeva Qedrê de hatîye şîyandin, ji bona ne ji bona şevê, ji bona me hatîye şîyandin. Eger ku em tefekkur bikin em ê ji hezar mehî zêdetir fezîletê qezenc bikin.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/SsHVFJ9PO6g

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.