Mensûbên Pkkê Li Wanê Mektebeke Din Şewitand
Li gor hat îddîa kirin; li Wanê mensûbên pkkê li Mehella Hecîbekîr mektebekê şewitand.
Li gor hat îddîa kirin; li Wanê mensûbên pkkê li Mehella Hecîbekîr mektebekê şewitand.
Mekteba ku dora 600 telebeyî lê dixweynin se’et dora 1,30ê de ji alî mensûbên Pkkê ve êrîş lê hat kirin. Kesên ketin mektebê derketin qata ku îdara mektebê lê ye benzînê berî ser kompîter û eşyayên li odaya mi’eliman û mudur dan û pişt re jî agir berdanê. Mensûbên Pkkê beriya ku bikevin mektebê li ser dîwarên mektebê “Bijî Pkk û An bi zimanê zikmakî an jî na” nivîsandin û kamerayên ewlehiyê şikandin.
Li gor hatiye hînkirin di dema êrîşê de li odeya kompitira teqîn pêkhatiye û bi sedem teqînê beşeke dîwarê mektebê hatiye xwar. Li gor tê gotin di mektebê de dora 40 hezar lîrêyî zerar pêkhatiye. Ji ber zerara nav mektebê û bêhna benzîn û dûyê mekteb hat te’tîl kirin.
Mensûbên Pkkê berî nihajî du sinifên kokteynir jî di dehê vê mehê de şewitandibûn û bi sedem van êrîşan di serî de Cem’iyet û Hereketa Mustez’efan, gelek saziyan Pkkê şermezar kiribûn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.