Mêr û jina ciwan zêr û xelatên xwe yên dawetê bexşê Xezzeyê kirin

Mêr û jina ciwan zêr û xelatên xwe yên dawetê bexşê Xezzeyê kirin

Bîlal û Betûl Serra Şahîn ên ku 2 hefte berê zewicîn, zêr û xelatên ku di dawetê de bi wan ve hatibû kirin bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê ji Xezzeyê re bexş kirin.

Mêr û jina ciwan ên ku hatin Navenda Giştî yê Karwana Hêvîyê bi Serokê Weqfê Cengîz Kurtaran re hevdîtinê kirin, zêr û xelatên xwe yên dawetê bi destê xwe teslîm kirin û ji civakê re bûn mînakekî xweşik.

Serokê Weqfê Cengîz Kurtaran îfade kir ku ew bi vê bexşê gelek kêfxweş bûne û ji mêr û jina ku nû zewicîne re teşekkur kir.

Bîlal Şahîn derheqê bexşê de axivî û îfade kir ku ew roja daweta xwe berîya êrîşên sîyonîstan girtine û weha got, “Em di dawetê de fikirin ku gelo em ê çawa ji xûşk û birayên xwe yên li Xezzeyê re alîkarîyê bikin? Em ji parvekirina HUDA PARê a di medyaya civakî de tesîrdar bûn û biryarekî ewakî girt. Me bi vê şeklê xwest ku 150 hezar lîreyên xwe bi navbeynkarîya Karwana Hêvîyê ji wan xûşk û birayên xwe re bişînin. Em wisa difikirin hindik be jî ew ê ev pere hinek birînên xûşk û birayên me derman bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum