Merasîma Îcazeta Hafizeyan

Merasîma Îcazeta Hafizeyan

Li Batmanê Komela Bîlge-Derê ji bo îcazeta 3 hafizeyên Quranê, merasîmek li dar xist.

Li Batmanê Komela Bîlge-Derê ji bo îcazeta 3 hafizeyên Quranê, merasîmek li dar xist.

Merasîm ji devê hafizeyan bi xwendina Quranê dest pê kir. Hafizeyên biçûk îlahî jî hunirandin. Di merasîmê de Selma Altûn, li ser ehemmiyeta tehsîl û hifza Quranê xeber da. Da zanîn ku ji bo bibin hevbeşê kêfxweşiya hafizeyan civiyane. Ummeta Îslamê mixtacê sehneyên wiha ye.

Di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Ummeta Quranê hewceyê nûkirina hêviyan e, hewce ye ku ji bo hêviya siberojê van xizmet bên kirin.”

Hafizeyan, hifzên xwe yên paşîn xwendin. Pey re îlahî û helbest hatin hunirandin. Îkram hatin dayîn û hafize bi hinek diyariyan hatin xelatkirin. Merasîm bi duayê bi dawî bû. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.