Merasîma Îcazetê

Merasîma Îcazetê

Li Bişêriyê Ji Bo 5 Teleban Merasîma Îcazetê Hat Li Dar Xistin

Hat îfade kirin ku li Bişêriyê li qursa Quranê, ji bo 5 telebên ku tehsîla xwe ya îlmê qedandine, merasîma îcazetê hat li dar xistin.

Merasîm di bîna qursa Quranê de saet di 10an de bi beşdariya millet û gelek alimên herêmê hat li dar xistin. Şêxê Enkafê Seyyîd Ebdûllah Hemîdî, Muftiyê Bişêriyê M Şîrîn Ayral jî tevlî merasîmê bûn. Merasîm ji devê Selman Yeşîl bi xwendina Quranê dest pê kir.

Mela Bedreddîn Yeşîl li ser qîmeta îlmê xeber da. Îfade kir ku divê musluman bi ferdî, malbatî û civakî ji behra îlmê îstîfade bikin. Mela Îhsan Guneşê ku îcazet wergirt li ser îlm û teqwayê peyivî. Şêxê Zîlanê Şêx Muhammed Tahîr der barê îlmê de ji heyata Ustad Bedîuzzeman mîsal diyar kirin.

Xocê medresê Mela Receb Yeşîl xeberdana îcazetê kir. Îcazetnama teleban xwend. Xwendekarên ku îcazet wergirtin, pîroz kir. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.