Merivên Mehkûman Xeber Da
Li Bîngolê pey firar û girtina mehkûmên PKKyî, 10 girtiyên doza Hîzbûllah, bê sebeb û sûc ji hepsa Çewlîgê hatibûn sirgûnkirin
Ji wan 6 heb şandibûn hepsa Mûşê, 4 hep jî şandibûn hepsa Batmanê. Merivên mehkûman beyan kir fatûra firara mehkûmên PKKê, li ewladên wan hatiye birîn. Bê sûc û sebeb ewladên wan hatine sirgûnkirin.
Ji merivan kekê Wedat Gorenê girtî Ahmet Goren wiha got: “Birayê min, bi neheqî şandin hepsa Mûşê. Birayê min 16 sal e ku di hepsan de ye. Heta niha tu demê îdara hepsan jê gazin nekiriye.”
Kurê Şefîk Demîrê girtî Muhemmed Demîr jî wiha îfade kir: “Bavê min ev serê 15 salan e ku di hepsan de ye. PKKyîyan firar kirin lê fatûra wan li me hat birîn.”
Her wiha Behçet Değişkeçê birayê Tekîn Değişgeçê girtî jî da zanîn ku heta niha di navbera kekê wî û îdara hepsê de tu mesele neqewimiye. Tiştê hatiye kirin bêhiqûqî ye.(Bangagheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.