Merkeza Zanîstê

Merkeza Zanîstê

Qasimiye Medrese Ye Çima Dibe Merkeza Zanîstê?

Li bajarê Mêrdîn, Medresa Qasimiye cîhekî dîrokî ye. Heta dewra rejîma cimhûriyetê jî merkeza îlm û edebê bû. Feqet bi rejîma cimhûriyetê, bi girtin û yesaxkirina medrese û dergehan, ji fonksiyana xwe hat dûrketin. Niha jî mîna muze û ziyaretgehên dîrokî tê bikaranîn ji teref dewletê ve. Wekî tê zanîn çend sal berê, bi îzna û teşwîka walîtiyê li wir festîvala moda û bi fille û yehûdiyan re jî komcivîn hatibûn li dar xistin, hem jî bi awakî ku ji edeb û terbiya Îslamî dûr. Heta di hevdîtina diyaloga di navbera Îslamî de, ji devê tu fille û Yehûdiyan navê hezretî Muhammed derneket. Ji xwe li ser festîvala modayê ji millet gelek tepkî bilind bûbûn.

Vêga jî wezîrê zanîst û senayî û teknolojiyê Nîhat Ergun diyar kir ku wê medresa Qasimiye, bibe merkeza zanîstê. Wê navê wê jî bikin El Cezeriya merkeza zanîstiya Îslamî û teknolojiyê. Madem hun ewqas qîmetê didin medresê bila medrese, ji îlm û xwendinê re, di nezareta alim û muderrîsên Îslamî de bi fonksiyona xwe ya eslî bê vekirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.