Merkezeke Îslamî Hat Şewitandin

Merkezeke Îslamî Hat Şewitandin

Li Londona paytexta Îngîlîstanê, merkezeke aydiyê muslumanên Somalî, ji aliyê irqçiyan ve hat şewitandin.

Li Londona paytexta Îngîlîstanê, merkezeke aydiyê muslumanên Somalî, ji aliyê irqçiyan ve hat şewitandin. Merkeza han zirareke mezin dît. Di hadîseyê de tiştek bi tu kesî nehat. Merkeza han hem camî bû hem merkezeke Îslamî bû. Li ser hadîseyê bîna hat valakirin.

Polîsê Londonê hê tesdîq nekiriye ku, camî qestî hatiye şewitandin yan na. Lê belê polîs tesdîq kir ku li dîwarên camiya du qatî hinek nivîs hebûne.

Li aliyê din, komîsyona heqên însanan ya Îslamî beyan kir ku, li Îngîlîstanê musluman ji ber êrîşên hefteyên dawî, di bin tirs û panîkê de ne. Îdara Londonê divê ji bo parastina muslumanan tiştên zêdetir bike. Komîsyonê da zanîn ku di medya sosyalê de li muslumanan heqaret tên kirin, êrîş li mezergehên muslumanan jî hatine kirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.