Meşa Bi Deh Hezaran
Ji Bo Mavî Marmarayê Bi Deh Hezaran Kes Meşiyan
Di salvegera qetlîama gemiya Mavî Marmarayê de, li Stenbol li Taqsîmê, bi deh hezaran kes, bi slogan û tekbîra meşa ji bo Rizgariya Qudsê rast kirin.
Ji teref ÎHH ya weqfa alîkariyê ve, bi navê “Bîranîna şehîdên Mavî Marmarayê û Rizgariya Qudsê” meşek hat li dar xistin. Meş ji Taqsîmê dest pê kir. Ji gelek welatan aktîvîst û mêvan û welatî tevlî meşê bûn. Di meşa bi deh hezaran de, serekê weqfa ÎHHyê Bulend Yildirim, Şêx Raîd Salah xeber dan. Di meşê de tekbîr û slogan qut nebûn. Beşdaran bi sloganên “Bimre Îsraîl” “Mavî Marmara Îftîxara me ye” “Emê riya şehîda bişopînin” “Qatil Emrîka! Ji Rojhilata navîn biteqiz” “Qatîl Îsraîl, ji Filîstîn biteqiz” “Mescîdî Eqsa şerefa me ye” meşiyan. Di meşê de zulma Esed jî hat şermezar kirin.
Di meşê de, di xeberdana de hat diyar kirin ku heta Qûds azad bibe, boyqota li Ğezzeyê rabe, wê mucadele bê kirin.
Her wiha li Wanê jî bi şev, ji camiya merkez Boyalar heta camiya Hezretî Omer, bi sedan kes bi tekbîr û sloganan meşiyan. Ji bo bîranîna şehîdên Mavî Marmarayê û telîn kirina zulma siyonîst Îsraîl, meş hat li dar xistin.
Li ba camiya Hezretî Omer, beyanata medyayî, ji teref platforma heq û azadiyan a Wanê ve hat xwendin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.