Meşa Di Riya Mirinê De
Meşa Di Riya Mirinê DeJi Bo Srebrenîtsayê Nêzî 10 Hezar Kes Tevlî Meşê Bûn.
17 Sal berê, hêzên zalimê Ratko Mladîç, li Bosnayê, Srebrenîtsaya herêma di bin hîmaya Dewletên Yekbuyî de, îşgal kiribû. Milletên ku dixwestin ji ber jenosîda zalimê Sirpan xelas bibin, digel zar û zêçê xwe, di nava daristanê re, bi bal bajarê Tûzlayê ve direvin. Feqet di rê de pirê wan, ji teref Çetnîkan ve tên girtin û qetil kirin. Pir hindikê wan dighîjin Tûzlaya 110 kîlometreyê dûr. Di qetlîama Srebrenîtsa de, nêzî deh hezar Bosnayê musluman hatine qetil kirin.
Ji bo bîranîna vê qetlîamê, her sal di vê riya mirinê de, meş tê lidarxistin. Îsal jî nêzî 10 hezar însan, beşdarî vê meşê bûn. Ji Bosa-Hersek, Tirkiye, Sîngapûr, Emrîka û ji hinek welatên Ewrûpa, aktîvîst û însanperwer, bi parqart û alayên Bosna-Hersekê, tevlî meşê bûn. Dixwazin bala cîhanê bikşînin ser vê qetlîamê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.