Meşal: “Tefrîqa Ne Dînen Ne Jî Eqlen Duruste û Me Jî Zeîf Dike”

Meşal: “Tefrîqa Ne Dînen Ne Jî Eqlen Duruste û Me Jî Zeîf Dike”

Meşal: “Tefrîqa Ne Dînen Ne Jî Eqlen Duruste û Me Jî Zeîf Dike”

Çend roj berê li Ğezzeyê, salvegera 25an ya damezrandina Hamasa berxwedana Îslamî hat pîroz kirin. Digel serekê Hamasê Xalid Meşal, bi sed hezaran Fîlîstîn, bi coşek mezin tevlî pîrozbahiyan bûn.

Xalid Meşal, di pîrozbahiyan de xeber da û gazî îttîfaqa Hamas û el Fetîhê kir. Meşal îfade kir ku, tefrîqa ne dînen ne jî eqlen durust e. Meşal wiha xeber da “Îttîfaqa mîllî ya Fîlîstînê, wê bibe alîkar û xizmetkarê berxwedana çekdarî ya li ber Îsraîl. Divê li Fîlîstînê hilbijartinên şeffaf û azad bên çêkirin ku her kes karibe beşdar be. Mifteyek serkeftinê ew e ku, alî hevûdin teqdîr bikin. Hamas û El Fetîh, ne alternatîfê hevûdin in. Belkî di riya rizgarkirina Fîlîstînê de, şirîkê hev in, û hewceyê hevûdin dikin.”

Xalid Meşal xeberdana xwe wiha dewam kir “Di teşkîlata dewletên Yekbûyî de, qezencakirina statuya dewleta çavdêrî ya Fîlîstînê, Îsraîl nerihet dike. Vê qezenca muhîm ya Fîlîstînê, em dixwazin bibe polîtîkaya me ya siyasî.”

bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.