Meşal: Tofana Eqsayê, nîşan daye ku mirov dikare rejîma terorê têk bibe

Meşal: Tofana Eqsayê, nîşan daye ku mirov dikare rejîma terorê têk bibe

Serokê Teşkîlata Derveyê welat yê HAMASê Xalid Meşal, “Operasyona Tofana Eqsayê; ji rejîma îşxalker re di alîyê leşkerî, psîkolojîk û îstîxbarî de hezîmetek daye jîyandin û nîşan daye ku rejîma îşxalker jî têk dibe.”

Xalid Meşalê yek ji serokê HAMASê ye, di konferansa Foruma Îslamîya Parlamenterê Navneteweyî de axivî.

Meşal di axavtina xwe de destnîşan kir Operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû yek ji encama plana cihûyîkirina Qudsê û xerakirina Mescîdî Eqsayê ya sîyonîstan e, wî îfade kir ku serokên Ereban di vê pêvajoyê de sistîyekî mezin nîşan dane.

Xalid Meşal di axavtina xwe de qala pêvajoya ku ew çawa hatine 7ê Cotmehê kir, wî destnîşan kir ku di zindanên rejîma îşxalker de 5 hezar Fîlîstînî êsîr in, Xezze 17 sal e di bin ablluqayê de ye û hêdî hêdî ber bi mirinê ve diçû û fikrekî hebû ku doza Fîlîstînê ji nû ve zindî bibe. Hemû van tiştan ji Operasyona Tofana Eqsayê re zemînekî hazir kirîye.

Meşal, diyar kir ku berxwedan; bi Întîfadayê dest pê kir, bi herbên ku li dijî Xezzeyê hatine vekirin xwe pêşve birîye û bi Operasyona Tofana Eqsayê gihaştîye qewetê.

Meşal di berdewama axavtina xwe de îfade kir serfirazîya Micahîdên Tugayên Qessam ên di bejahîyê de li hember hêzên îşxalkeran, bi tevî îman û Quranê qelîteya perwerdehîyên xwe jî nîşan dide, lê serokên welatên Ereb li hember sîyonîstan aciz mane.

Meşal diyar kir ku Operasyona Tofana Eqsayê; ji rejîma îşxalker re di alîyê leşkerî, psîkolojîk û îstîxbarî de hezîmetekî daye jîyandin û dûre weha got, “Cezayîrîyan, Efxenan û Vîetnamîyan; ger ku wan rezîlên ku ji me re dibêjin teslîm bibin gohdar bikarana, Cezayîr, Efxenistan û Vîetnam ji wê îşxal û kedxwarîyê xelas nedibûn.”

Xalid Meşal di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku Tofana Eqsayê di hemû dinyayê de, di alîyê mafdarîya doza Fîlîstînê de şiûrekî derxistîye holê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.