Meş’el û Heniyye Li Tirkiyê Ne
Serekwezîr Erdoğan, bi Serekê Buroya Siyasî a Hemasê Xalid Meş’el û Serekwezîrê Hukumeta Filistînê Îsma’îl Heniyye re hevdîtinek kir.
Serekwezîr Erdoğan, bi Serekê Buroya Siyasî a Hemasê Xalid Meş’el û Serekwezîrê Hukumeta Filistînê Îsma’îl Heniyye re hevdîtinek kir.
Hevdîtin se’et heftê berê êvarê pêkhat û du se’et û nîv dewam kir. Digel Erdoğan Wezîrên Karên Derve Ehmed Davûdoğlû jî tevlî hevdîtinê bû.
Pey hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn.
Tê texmîn kirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên, lihevhatina El Fetih û Hemasê, Ziyareta Erdoğan a bi bal Ğezzeyê ve û pêvajoya tezmînatê a ku pey qetlî’ama Mavî Marmarayê hatiye sekinandin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.