Mesela Petrolê
Hat îddîa kirin ku hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê, li ser pirsa petrolê li hev hatine
Mesela Petrolê
Herêma Kurdıstan Û Beğdayê Lı Ser Pırsa Petrolê Lı Hev Kırın
Hat îddîa kirin ku hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê, li ser pirsa petrolê li hev hatine. Ji ofîsa cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês çavkaniyekê îfade kir ku, îro li Bexdayê, cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês, bi heyetek Herêma Kurdistanê re li ser pirsa petrolê civiya.
Di civînê de, her du alî li ser vê yekê li hev hatin ku pere û xercên şîrketên biyanî yên li Kurdistanê petrolê derdixin, wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bê dayîn û li miqabilê vê jî, hikûmeta herêmê sala tê, wê rojê 250 hezar bermîl petrolê îxracat bike.
Li gorî xeberê, qirar hat dayîn ku îsal jî, divê hikûmeta herêmê rojê 200 hezar bermîl petrol bişîne derve.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.