Meselên Nıqaş Lı Ser Dı Hukmê 3 Mehan De Wê Bêne Çareserkırın

Meselên Nıqaş Lı Ser Dı Hukmê 3 Mehan De Wê Bêne Çareserkırın

Ji Fîlîstînê hereketên Hamas û El Fetîhê, hevdîtina mitebaqata mîllî pêk anîn. Di vê çarçovê de lihevkirin pêk hat ku meselên li ser wan niqaş hene, di hukmê 3 mehan de bêne çareserkirin.

Ji Fîlîstînê hereketên Hamas û El Fetîhê, hevdîtina mitebaqata mîllî pêk anîn. Di vê çarçovê de lihevkirin pêk hat ku meselên li ser wan niqaş hene, di hukmê 3 mehan de bêne çareserkirin.

Her dû hêl li Qahîreya paytexta Misrê hatin ba hev. Piştî civînê hat beyankirin ku, her dû alî li ser qirarnameya hikûmeta lihevkirina mîllî û hilbijartina giştî, di hukmê 3 mehan de amade bibe û diyar bibe, li hev kirin.

Ji el Fetîhê Emîn Meqbûl wiha got “Qanûna hilbijartina meclîsa mîllî, piştî li komîteya teşkîlata rizgariya Fîlîstîn û di nav grûbên Fîlîstînê de hate îstîşarekirin, wê sewkî komîteya hiqûqê ya meclîsê bibe.”

Hamas û Fetîh di 17ê Çileyê de, li civîna Qahîreyê, li ser mitebaqata mîlliya Fîlîstînê li hev kiribûn.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.