Mesûd Barzanî: Baştirîn wefa ji bo xwîna Şehîdên Enfalê paşerojeke azad û serbixwe ye

Mesûd Barzanî: Baştirîn wefa ji bo xwîna Şehîdên Enfalê paşerojeke azad û serbixwe ye

Di 29emîn salvegera komkujiya Enfalê ya liBaşûrê Kurdistanê,Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina paşerojeke azad û serbixwe ye.”

“Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina paşerojeke azad û serbixwe ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  ji ber minasebeta  29emîn salvegera qetlîama Enfalê ya ku li Başûrê Kurdistanê hat kirin  daxuyaniyek belav kir. Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de wiha ragihand: “Baştirîn wefa ji bo xwîna şehîdên me dabînkirina paşerojeke azad û serbixwe ye, û ew yek tekane garantî ye ku careke din gelê me nekeve ber gefa dubarebûna wan tawanên ku derheqê me de hatin pêkanîn û herwiha hemû pêkhate di jêr siya Ala Kurdistanê de bi biratî û aramî bijîn.”

“Serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilind ên qurbaniyên karesata Enfalê dikin”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  di berdewama daxuyaniya ku belav kir de di derheqê mijarê de wiha ragihand: “Di bîst û nehemîn salvegera destpêkirina karesata Enfalê ya li dijî zarok û gedeyên gelê me de, em hezaran silavan ji canê pakê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn û serxweşiyê li malbat û kesukarên serbilind ên qurbaniyên karesata Enfalê dikin.”

“Em tekez jî dikin ku dewleta Iraqê berpirsiyar e”

Barzanî di berdewama daxuyaniyê de diyar kir Enfal rûpeleke şermezariyê ye  û wiha li pê de çû: “ Ev yek li ser eniya kesên ku vê yekê kirine, li ser eniya cîhanê  û li ser laşê mirovayetiyê, bi taybetî jî ewên ku li beramberê vê karesatê bêdengî hilbijartin birînekî bi êş e. Pêwîst e hewlên bi cenosîd nasandina Enfalê li ser asta cîhanê berdewam bin û bigihin encamê. Em tekez jî dikin ku dewleta Iraqê berpirsiyar e li qerebûkirina kesûkarên serbilindên enfalkiriyan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê berdewam be li ser hewlên xwe yên ji bo vegerandina termên pîrozên hemû şehîdên Enfalê ji bo axa niştiman û pêwîst e bi baştirîn awayî xizmeta malbatên şehîdên enfalan bê kirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.