Mesûd Barzanî ji bo salvegera destpêkirina Şoreşa Eylûlê peyam weşand

Mesûd Barzanî ji bo salvegera destpêkirina Şoreşa Eylûlê peyam weşand

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji ber salvegera 61emîn a Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama ku belav kir de balan kişand li ser wê pêvajoya ku li Herêma Kurdistanê rû da.

Temamê metna peyama Barzanî wisa ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro şêst û yek sal li ser destpêkirina şoreşa mezina Eylûlê da derbas dibe. Li wê şoreşa seranseriya gelê Kurdistanê da hemû çînên civakê beşdarî xebata netewayetî û demokrasixwaziya gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurd bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebatê kirin.

Şoreşa Eylûl şoreşa îrade û bawerî bi xwebûna mirovê Kurdistanî bû û bingeheke bi hêz û rêxistinî ji bo berdewamiya têkoşîn û rawestana gelê Kurdistanê li dijî zordariyê danî. Şoreşa Eylûl bi bihayên xwe yên bilind û bi pêdagirî û xweragiriya serkirdayetî û Pêşmerge û cemawer wiha kir doza rewaya gelê Kurdistanê hengaveke gelek mezin ber bi pêşve bavêje û bibê çavkaniya hêz ji bo qonaxên dinê xebata gelê Kurdistanê û her wiha çavkaniya îlhamê ji bo têkoşer û xebatgêrên li hemû parçeyên dinê Kurdistanê.

Li şêst û yekemîn salvegera şoreşa Eylûlê da pêzanînên min ji bo rol û keda dayik û jinan û wan hemû Pêşmerge û xebatgêr û qehremanan heye ku rola xwe li wê şanaziya niştimaniyê da hebuye. Çi ew qehremanên li şoreşa Eylûlê da şehîd bûn û yan jî li jiyanê da nemane û çi ew gedeyên serbilindên beşdariyê li şoreşê bûne û hê jî li jiyanê da mane. Wan qehremanan dîrok ji bo gelê xwe dirust kir û cihê şanazî û serbilindiyê ne ji bo me hemûyan.

Mesûd Barzanî”

(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.