Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke nivîskar û rewşenbîr û akademîstên Rojhilata Kurdistanê kir

Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke nivîskar û rewşenbîr û akademîstên Rojhilata Kurdistanê kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke nivîskar û akademîst û rewşenbîrên Rojhilata Kurdistanê kir.

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke nivîskar û akademîst û rewşenbîrên Rojhilata Kurdistanê kir ku bi mebesta beşdarîkirina li rêwresma nasandina zincîrek kitêbên projeya dokumenteriya şoreşên Barzan serdana Herêma Kurdistanê kiribûn.

Di hevdîtinê de Barzanî, bi germî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî destxweşiya ji bo Baram Weledbegî Berpirsê Enstîtuya Ferhengî ya Kurdistan li Tehran û tevahiya wan kesên li projeya dokumenteriya şoreşên Barzan rola xwe hebûye û kitêban amadekirine, destxweşiyê li Zanîngeha Selahedîn û wan kes û aliyan kirin ku merasîma nasandina projeyê birêvebirine û hêviya serkeftina zêdetir ji bo vê projeyê xwest.

Barzanî rola rewşenbîran û akadîmîst û nivîskaran li nasandina doza rewaya gelê me û girêdana pira peywendiyê li gel gelên dinê navçeyê bilind nirxand û pêşxistina bi karê çandî û ferhengî wekî beşek li xebata gelê me pênase kir û daxwaz kir rê nedin êdî dîroka gelê Kurdistanê bê têkdan û çewaşe kirin û xwe bi pişt bestina bi belge û zanyariyên dirust û bawerpêkirî kar li ser nasandina dîrokê bikin.

Şanda mîhvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi hevdîtinê, spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Barzanî kirin û balkişandin li ser pêgeha cenabê wî ya li nav Kurdên beşên dinê Kurdistanê kir ku ji bilî li pêgeha wî ya siyasî, wekî hêvî û umêdê rizgariyê, pêgeheke me'newî bilind li nav Kurd heye û li nav pêkhatên neteweyiyên dinê Îranê jî da cihê rêz û teqdîre.

Li dawiya hevdîtinê de, şanda mîhvan hejmareke zêde kitêb û berhemên xwe yên çapkirî pêşkêşî Barzanî kirin.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler