Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê kir

Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir.

Piştî pêşwazîya ku hat kirin her du serok dest bi hevdîtinê kirin. Di hevdîtina ku li Hewlêrê hat kirin de pêwendîyên dualî, geşedanên herêmî û micadeleya li dijî DAIŞê hat gotûbêjkirin.

Di civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexda û giriftên li ber proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê guftûgo kirin û her du alî hêvî xwestin ku hilbijartinên Iraqê bibê amrazeke baş ya dirustbûna guhertin û pêşveçûn û pêkanîna xwest û îradeya welatiyan.

Rewşa Şingal û Rojavayê Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Barzanî dilgiraniyên xwe yên li ser paşeroja Kurd li Sûriye bi Serok Macron gihand.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.