Mesûd Barzanî Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan qebûl kir

Mesûd Barzanî Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan qebûl kir

Êvariya roja dûşema 22ê Nîsana 2024 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî pêşwaziya Recep Tayip Erdoganê Serokkomarê Tirkiye kir.

Di civînê de serdana Serokkomarê Tirkiye û şanda li gel ya Bexdayê û hevtêgihiştin û rêkeftinên di navbera Iraq û Tirkiye bi girîng û dîrokî û fakterê geşepêdan û aramiyê wesif kirin.

Her li vê civînê de tekez li ser berev pêşveçûn û berfirehbûna peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiye kirin, ew jî bi navê bihêztirbûna aramiya herêmî û hevkarî û hemahengiya hevbeş li warên cûr bi cûr û kûrtirkirina bingehên cîrantî û pêşxistina peywendiyên aborî bûn.

Guhertin û pêşhatên dawî yên navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.