Mesûd Barzanî û şanda serbazî û ewlehiyê ya Iraqê guhertinên dawî gotûbêj kirin

Mesûd Barzanî û şanda serbazî û ewlehiyê ya Iraqê guhertinên dawî gotûbêj kirin

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî û emnî ya Iraqê kir.

Mesûd Barzanî doh li Selahaddîn pêşwaziya şandeke pilebilinda serbazî û emnî ya Iraqê ya bi Serokayetiya General Abdulemîr Reşîd Yarulla Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir ku ji Fermandeyên Hêzên Bejayî, Asmanî, Pasevanên Sînor, Polîsên Federal, Hewalgirî û Hewalgiriya serbazî û Operasyonên Hevbeşan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de guhertinên dawî yên meydanî yên şerê dijî terorîstan û parastina asayîş û aramiya navçeyên nakokî li ser û hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan hate guftûgo kirin.

Her di vê civînê de tekez li ser hevkarî û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê kirin.(ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.