Meteorolojî hişyarî da: Baranek dijwar û herî wê bibare!

Meteorolojî hişyarî da: Baranek dijwar û herî wê bibare!

Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, rapora tehmînên hewayê yên seranserê welat parve kir.

Hat îfadekirin ku ew ê di nav 24 saetên pêş de li seranserê Tirkîyeyê dinya bi ewr be û hema hema li her derê welat ew ê baran bibare. Rayedaran ji bo hinek herêman hişyaîrya barana dijwar ji bo herêmê jî hişyarîya toz û çamûrê dikin.

Pisporên Meteorolojîyê ji bo bûyerên xerab welatîya hişyar kirin û gotin ku bila tedbîr bên girtin.

Hat ragihandin ku li hinek herêmên welat ew ê bikeve bin tesîra toza ku ji Sûrîyeyê were, bajarên ku wê bikeve tesîra tozê jî wiha ne, Entab, Kîlîs, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Mêrdîn, Êlih, Meletî û Xarpêt. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.