Meteorolojî hişyarîya baranê da
Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê, ji bo gelek herêmên welat hişyarîya barana dijwar da, îfade kir dibe ku li hinek herêman di saetên serê sibehê û êvarê de mij jî hebe.
Li gorî daneyên Meteorolojîyê li Behra Reş a Rojava, alîyê hindirê Behra Reş a Hindir, Behra Reş a Rojhilat û Enqere, Qirikkale, Çanqiri, Sêwas, Qeyserî, Mêrdîn, Entelya, Erdexan û rojhilata Yozgatê û bakurê Erziromê baranek dijwar tê texmînkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.