Meteorolojî ji bo 48 bajaran hişyarî da
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê îro ji bo 6 bajaran hişyariya porteqalî û ji bo 42 bajaran jî hişyariya zer da.
Tê texmînkirin ku baran û bahozên giran tesîrê li beşek mezin a welat bikin, li hinek deveran baranên pir bihêz û herêmî jî giran bibarin.
Ji welatiyên li Bûrsa, Qocaelî, Seqarya, Zonguldax, Yalova û Dûzceyê, ku ji ber bûyerên meteorolojîk ên bihêz hişyariya koda porteqalî lê hatiye dayîn, tê xwestin ku tedbîrên xwe bigirin.
Bajarên ku hişyariya koda zer wergirtine ev in Edene, Semsûr, Agirî, Amasya, Enqere, Balikesîr, Çewlig, Bedlîs, Bolû, Çeneqqele, Çanqiri, Çorum, Dîyarbekir, Edîrne, Erzincan, Erzirom, Xarpêt, Colemêrg, Îzmîr, Hetay, Qeyserî, Kirklareli, Meletî, Manîsa, Maraş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sînop, Sêwas, Tekîrdax, Dêrsim, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Bartîn, Karabûk û Osmaniyeyê.
Tê texmînkirin ku li gelek herêman barana zêde bibare. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.