Meteorolojî ji bo 9 bajarên Bakur hişyarîya baranê da

Meteorolojî ji bo 9 bajarên Bakur hişyarîya baranê da

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da ku baran û bahozên dijwar ên li herêmên rojhilatê ew ê li deverên derdora Semsûr, Dîyarbakir, Xarpêt, Çewlig, Bitlîs û Sêrtê û her wiha li hinek navçeyên Meletî, Riha, Êlih û Mûşê bi hêz bin.

Li gorî hişyariya meteorolojiyê ya ku ji teref Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatiye dayîn, tê texmînkirin ku li deverên rojhilatê welat baran û bahoz bibare û tê texmînkirin ku ev baran li herêmê giran be.

Hişyarî ew ê di 1ê Cotmehê de saet 10:00ê sibê dest pê bike û heta 2yê Cotmehê saet 2:00ê sibê derbasdar be.

Servîsa meteorolojiyê hişyarî da ku barana bihêz dikare di dema baranê de rewşên xerab ên wekî lehîyê, lehiyên ji nişka ve, birûsk, teyrok û bayên bihêz bi xwe re bîne.

Ji welatiyan hat xwestin ku li hember van şert û mercên xerab baldar bin û tedbîran bigirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.