Meteorolojî ji bo çaralîyê welat hişyarîya şilîyê da

Meteorolojî ji bo çaralîyê welat hişyarîya şilîyê da

Ji teref Meteorolojîyê ve hat daxuyandin ku li çar alîyê welat tê texmînkirin ku berf û baran bibare ji ber vê yekê ji welatîyan re hişyarî hat dayîn. Çend bajarên ku hinek şilî hebe ev in; Çeneqqele, Balikesîr, Entelya, Bolû, Dûzce, Rîze, Artvîn, Entab,

Li gorî nirxandina ku ji teref Midurtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve hat belavkirin, li giştîyê welat ew ê hewa xera bibe, xeyn ji başûrê Ege û derdorê Mêrdînê ew ê çar alîyê welat bi şilî be.

Hat îfadekirin tê texmînkirin ku li bakurên peravê Egeyê, Behra Spî, peravên Behra Reş, bakur, derdorê Meletî û Xarpêtê baraneke dijwar bibare.

Hat îfadekirin ku li alîyê Marmarayê jî bahozekî dijwar pêk were.

Ji bo Rojhilata Behra Reş û bakur jî hişyarîya aşîtê hat dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.