Mexdûrên erdheja Semsûrê ji ber bê eleqebûnê gilîdar in

Mexdûrên erdheja Semsûrê ji ber bê eleqebûnê gilîdar in

Mexdûrên erdheja ku di tûndiya 5,5an de li navçeya Samsata Semsûrê pêk hat diyar kirin digel xerabûna mala wan tu kes li wan eleqe nabe.

Nişteciyên navçeya Smasata Semsûrê yên ku di erdheja wek 5,5 pêk hat de avahiyên wan zirarê dîtin diyar kirin saz hatibû dayîn ku ji wan re konteynir were. Lê hêj ev soz nehatiye cî.

Ji mexdûran Necmettîn Toprak diyar kir ku ji ber bêçarebûnê gelek kesan navçeyê terk kirine û mexdûrên li navçeyê jî di konan de dijîn. Toprak dûvre wiha qala mexdûriyeta xwe kir:

“Kes nikare têkeve avahiyên xisardar û herkes di konan de dijî. Rêvebir jî daxîl kesên xwedî îmkan çûn Kahta û navenda Semsûrê. Tu kesî namîne vê derê. Yên bê çare jî li vir dimînin. Diyar nîne ku dê kengî avahî werin xerakirin. Hinek kesan banê mala xwe rakirine. Hinek kesan eşyayên xwe. Lê ev texmînî ye. Em nizanin çi bikin.”

“Em di konan de dijîn”

Ji mexdûran Emîn Bakir diyar kir ku ji wan re gotine dê pişt heftiyeke konteynir were. Lê ev mehek derbas bû hêj konteynir nehatine. Dûvre Bakir wiha destnîşan kir: “Em nav konan de di bin baranê de dijîn. Em nikarin têkevin nav xaniyên xwe. Ji dewletê ji me re agahî nehatiye. Cî tune ku em biçin. Em nikarin xaniyên xwe terk bikin. Lewra eşyayên me hene. Ji me re gotin dê di nabeyna heftiyeke de konteynir werin. Lê ev mehek e hêj nehatiye. Di konê de dema em agir pê dixin xudan didin û dema agir ditefe em dicemidin.”

“Bila demildest avahî werin çêkirin”

Nîlufer Arslan jî diyar kir bila demildest ji wan re avahî were çêkirin. Dûvre wiha axivî: “Dema ku baran dibare em zehmetî dikêşin. Dîsa hemd ji Xweda re. Em dixwazin ku demildest xaniyên me werin sazkirin da ku em dagerin malên xwe. Kon e. Wekê xanî nabe. Em di qadeke biçûk de 6 kes dijîn. Ji derve çêtir e.”

Abdullah Atlihan wiha axivî: “Hemd ji Xweda re em îdare dikin. Em di konan de dijîn. Ji mayîna derve çêtir e. Lê kon wekê avahiyan nabin. Bila demildest avahî werin sazkirin.”

Hasan Tuncerê nexweş jî wiha axivî: “Ji ber baran û hewaya sar em dicemidin. Nexweşiya min heye. Min got ‘ez nexweş im. Ji min re li Semsûrê xaniyeke kirê bikin. Kirê nekirin. Em nikarin têkevin nav xaniyan. Bila demildest konteynir werin.”

Emîn Aslan diyar kir dema ku hewa germ bibe dê ew di konan de zehmetî bikêşin. Dûvre Aslan wiha diyar kir: “Tu kes me nepirse. Tu kes nayê û naçe. Tu kes ji me re daxuyanî nade. Em nizanin havînê di konan de  dê em çawa bikin.” (ÎLKHA)
























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.