Mezelê Ozal Hat Vekirin

Mezelê Ozal Hat Vekirin

Wê Li Tibba Edliyê Li Ser Cenazê Lêkolîn Bê Kirin

Bi qirara sersewcîtiya Enqerê, mezergehê serekcimhûrê heştan Tûrgût Ozal hat vekirin. Li derûdora mezergehê ekîbên lêkolîn û ewlehiyê xebitîn. Wekîlê sersewcî Oktay Erdoğan, serekê saziya tibba edlî Halûk Înce jî di vekirina mezel de amade bûn. Wê ekîba ku ji heft kesan pêk tê, cenazê bibin saziya Tibba Edlî û wê li wir li ser cenazê lêkolîn bê kirin.

Halûk Înce îfade kir ku rapora li ser cenazê, ne mimkun e ku beriya du mehan derê. Piştî analîz û lêkolîn qediyan, wê raporê bişînin sewcîtiyê û der heqê raporê de beyan bê kirin.

Tê gûmankirin ku Turgût Ozal, bi jehrdayînê hatiye kuştin. Ji ber vê yekê jî li ser cenaza wî lêkolîn tê kirin. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.