Mîhraqê Xerabîyê Yek în
Cûntaya Misrê di bin kontrola welatên rojava û sîyonîst Îsraîl de, herba xwe ya kufrê ya li dijî Îslamê bi şiddet didomîne
Der barê rewşa Misrê de, endamê komîteya Îxwan Dr. Eşref ‘Ebdulğeffar, ji qezeta Doğrûhaberê re xeber da.
‘Ebdulğeffar li ser pirsa ku Îxwan xistine lîsteya terorê, wiha got: “Tu qîmeta vê qirarê ji bo me tune ye. Em qirareke betal dibînin. Em texmîn nakin ku qirara cûntayê, li ser xelkê tu tesîr û bandoreke tirsandinê bike. Lewra beriya qirarê, tevgerê wan li gorî vê qirarê bû.”
Li ser bûyerên Tirkiyê jî wiha got: “Belê bûyerên li Tirkiyê bi yên Misrê re têkildar in.
EM van bûyeran, karê eynî mîxraqê dibînin. Lewra çawa îro li pey derbeyê Emrîka û Îsraîl hebe, li pey bûyerên Tirkiyê jî heman hêz hene ku qaosê derdixin. Di vêya de tu şek û gûmana me tune ye. Em baş dizanin ku di pey van planan de, welatên Ereb yên xalîçê, Îsraîl û Emrîka hene.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.