Millet Bi Tepkî Ye

Millet Bi Tepkî Ye

Xelkê Batmanê Ji Peykeran Ne Razî Ne

Xeberan diyar kir ku xelkê Batmanê ji heykel û peykerên ku ji teref Belediyê ve tên çikandin ne razî ne. Hinek kesan wiha got “Em hêviya xizmetê dikin, feqet belediye bi heykelan re dişteğile.”

Çendakî berê, Belediya Batmanê peyker û heykelên ku tu ma’ne îfade nakin, li hinek parq û deveran çikand. Xelkê Batmanê li ser çikandina van heykelan wiha diyar kir “Em hêviya xizmetê dikin, lê belediye bi van heykelan re dişteğile. Van heykel bêma’ne ne, ji bo Batmanê bêfeyde ne û dişebihin dewra cehaletê.”

Esnaf Davût Başaran jî wiha got “Li ser navê hunerê van heykel tên çikandin, lê yekser ziddî dînê me ne. Tu menfîeta wan li Batmanê nabin. Gelo wê belediye heta kengî ziddî dînê me tevbigere?” (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.