Millet Destek Da Mûrsî

Millet Destek Da Mûrsî

Nêzî 2 milyon Misrî, bi armanca destek bidin Mûrsî û nimayîşên dijberî Mûrsî yên tê xwestin ku di 30ê Hezîranê de bên rastkirin protesto bikin, li meydana Rabîatul Adeviyê civiyan. 30 hereket û partiyên ji hev cûda destek dan mîtîngê.

Kesên ji hinek bajaran û ji Qahîreyê hatin li meydanê civiyan, bi slogan û pankartên xwe, piştgiriya Mûrsî kirin. Li aliyê din mixalîfên ku ji tevgerînên Mûrsî aciz in û siyaseta wî tenkîd dikin jî, li ber wezareta parastinê civiyan û gazî ordiyê kirin û dest bi wezîfê bike. Mixalîfan resmê Cemal Ebdunnasir û Enwer Sedat hilgirtin û ji wezîrê parastinê xwest ku li gel wan bibe û zorê bide Mûrsî da ku millet pêşwext herin ser sindoqan.

Mûhammed Mûrsî di 30ê Hezîranê de dest bi wezîfê kiribû. Tê texmînkirin ku di vê salvegerê de hem aligir û destekvanên Mûrsî û hem jî mixalîf, protestoyan û mîtîngan li dar bixin. BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.