Millet Îktîdarê Tenkît Dike

Millet Îktîdarê Tenkît Dike

Qezete Doğruhaberê tewra hikûmetê kire manşet ku dostên xwe dilşikandî kir û ji dijminên xwe re jî nebûye. Berî niha Erdoğan di xeberdanek xwe de ji bo hunermend û protestovanên parka Geziyê wiha îfade kiribû “Di îktîdara me ya 10 salî de, we ji me çi xwe

Qezete Doğruhaberê tewra hikûmetê kire manşet ku dostên xwe dilşikandî kir û ji dijminên xwe re jî nebûye. Berî niha Erdoğan di xeberdanek xwe de ji bo hunermend û protestovanên parka Geziyê wiha îfade kiribû “Di îktîdara me ya 10 salî de, we ji me çi xwest ku me neda we?”

Wekî tê zanîn gelek hunermendên ku bi rêzefîlmên xwe heqaretî miqeddesatên menewî yên xelkê dikin, li parkê civîyan e. Hunermendên ku ji dewletê meaşên zêde distendin, bi salan e ku heqaretî li menewiyatên millet dikin, dîsa jî ji hikûmetê ne razî ne. Nexasim tiyatroyên dewletê bi van hunermendan gelek heqaret li me’newiyetên milletê muslumanan dikin. Digel tepkiyan jî, RTUK van rêzefîlm û reklamên bêexlaq diweşîne.

Li ser vê rewşê serekê komela Tiyem-Derê Selahattîn Yazici wiha got “Divê îktîdar ji bo 10 sal îktîdara xwe, xwerexne bike. Fînansora ewilî ya van rêzefîlman dewlet e, yên din jî holdîng in. Divê hikûmet jî li xwe bifikire. Ya hûnê wecîbeyên doza we pê bawerî aniye bînin cî, yan jî hûnê mecbûrî xwe bidin ber netîceyên wan.”

Serekê Minhapê Mela Cemal Çinar jî wiha got “Bi ewqas talîmatname û rêziknameyên yesax û qedexe, we xwe bi zîhniyeta qedexekar şinek kir, lê dîsa ne hûn ji wan re bûn, ne jî we dostên xwe dilxweş kirin.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.