Millet Ji Rewş Ne Razî Ye

Millet Ji Rewş Ne Razî Ye

Dewlet û Pkk Di Derdên Menfîetên Xwe De Ne

Di wan rojên dawî de, operasyonên eskeriyê û êrîşên PKKê zêde bûne. Her dû alî jî bi tevger û bi hejmara kesên kuştine, qurretiyê dikin. Aliyek îfade dike ku di operasyonan de zêdetirî 500 mensûbên PKKê kuştine. Aliyê din jî îddîa dike ku di êrîşên çend mehên dawîn de ku bi sedan esker kuştine. Her dû teref bi kesên ku kuştine xwe qurre  û xurt xuya dikin. Her dû alî jî di derd û endîşa menfîetên xwe de ne. Hebûna wan di pêş hebûn û silametiya millet de ye.

Rojnama Doğruhaberê bi manşeta xwe da zanîn ku, jimartina hejmara kuştiyên zêde tu menfîetê nade tu kesî. Qezetê diyar kir ku millet ne terefdarê herba qirêj û gemmmar e. Aliyek bi înkar û asîmîlasyonê, aliyê din jî bi tehdît û şîddetê, tiştekî bi dest naxin, tenê zirarê didin millet.

Li Çabakçûrê hinek komel û saziyên sivîl, beyanatek medyayî weşand ku êrîş û kuştiyên paşî, ji ğeyrî kîn û nefretê, zirar û dijminantiyê pêvetir tiştekî qenc nayne. Tenê millet perîşan dike.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.