Millet Zirarê Dibîne

Millet Zirarê Dibîne

Li Hêla Celemêrgê Li Ser Mekteban Zordestî Heye

Li hêla Colemêrgê, millet li hinek deveran di navbera du agiran de ye. Ne karê karûbarê zivistanê bike, ne dikare li nav erd û gundê xwe bixebite, ne jî dikare zarokên xwe birehetî bişînin mekteban.

Xeberan îfade kir ku alîgirên PKKê li Şemzînan li gundê Şebetanê, agir bera mektebê dan. Hadîse bişev qewimî. Di demek nêz de şewat bi 3 qatên mektebê ket. Ekîbên îtfaiyê yên belediya Şemzînan, mudaxela şewatê kir. Feqet mekteb gelek xisar dît. Li ser hadîseyê lêpirsîn dest pê kir.

Li aliyê din hat gotin ku PKK dixwaze li herêma Colemêrgê mekteb bên boyqot kirin. Ji ber vê yekê jî, hat îfade kirin ku li Geverê, millet tê tehdît kirin da ku zarokên xwe neşîne mekteban.

Millet li ser van zordestiyan îfade kir ku, van tevger ne feydê dide wan ne jî zarokê wan. Par jî boyqota mekteba hatibû xwestin. Ji ber van tehdît û zordestiyan xelkê Gever perîşan û bêzar e. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.