Mînhap Da Bibîranîn

Mînhap Da Bibîranîn

“Bila Wezîrê Perwerdehiyê Xwe Nexe Bin Gûnehê Yesaxa Hîcabê”

Beriya ku sersala perwerdehiyê dest pê bike, platforma MÎNHAPê beyanatek weşand û bi wezîrê perwerdehiyê Omer Dînçer da bibîranîn ku xwe nexe bin gunehê qedexe û yesaxa hîcabê. Di beyanatê de hat îfade kirin ku di mekteban de yesaxa sernixumandinê, sûc û ‘eybeka li ber însaniyetê ye. Divê vê qedexe û yesaxî rabe û di mekteb û dibistanan de perwerdehiya pêkve bi dawî bibe.

Platformê gazî wezîr Dînçer kir ku li mekteban yesaxa tesetturê nemîne û perwerdehiya pevre ya ku qîz û kur bihevre dibînin bi dawî bibe. Platformê da zanîn ku di vê çarçovê de mesûliyeteke mezin ya wezareta perwerdehiyê heye. Lewra esasê civat û milletê me, terbiye ye, exlaqê Îslamî ye, distûrên Quranê ne. Heger perwerdehiya pevre ya ku qîz û xort bihevre dibînin neyê rakirin, wê wezareta perwerdehiyê di bin webala wê de be.

Li aliyê din hat îfade kirin ku midûra dijminê tesetturê Ayla Avşar, bi miellîmtî sirgûnî mektebeke din buye.  Midûre xanim Ayla Avşar li Edenê li Qiz Meslek Lîsesiya Sabanciyê, di 5ê Hezîranê de nehiştibû ku Tûba Demîra sernixumandî tevlî merasîma mezûniyetê bibe. Ji ber vê yekê jî der heqê wê de lêpirsîn vebûbû. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.