Mînîbûs û erebe li hev qelibîn: 1 mirî, 11 birîndar

Mînîbûs û erebe li hev qelibîn: 1 mirî, 11 birîndar

Li navçeya Bêrecûka Rihayê mînîbûsek û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li derdorê çîyayê Araratê mînîbûseke bi plaqeya 63 AFJ 933 û erebeyeke bi plaqeya 10 AZ 344 li hev qelibîn.

Di encama qezayê de U.E canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Bêrecûkê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler