Mînîbus û otomobîl li hev qelibîn: 17 birîndar

Li Êlih’ê di encama qezaya ku li mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn de 17 kes birîndar bûn.

Qeza li Rêbeja Êlih-Sêrta ku nezî Cihê Pîşesazîya Organîzeyê ye di se’etên serê sibê de pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, mînîbusa bi plakayê 72 EL 057’ê ku karkeran dibir Cihê Pîşesazîya Organîzeyê û otomobîla ku plakaya wê nedîyare li hev qelibîn. Di encama qezayê de 17 kes birîndar bûn.

Pir ekîbên polîs, itfaiye û tendirustiyê hatin sewqkirin ji cihê qezayê re. Birîndar bi ambûlansan hat birin nexweşxaneyên derdorê û li wan dera hatin tedawîkirin.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.