Mînîbûsa gund qulibî: 11 birîndar
ÇEWLÎG - Li navçeya Solaxan Çewlîgê mînîbûsa gund ji ber qeşayê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin qeza li mewqiya gundê Oymapinara Solaxanê pêk hat. Hat hînbûn di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê M.A, S.C, K.K, M.Ç, S.G, M.C, Y.Ç, S.Ç, M.O, N.C. û K.C. birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa kesên ku di qezayê de birîndar bûne baş e û di derheqê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.