Mînîbûsa ku karker di nav de bûn qeza kir: 10 birîndar

Mînîbûsa ku karker di nav de bûn qeza kir: 10 birîndar

Li navçeya Unyeya Orduyê mînîbûsa kur karkerên tekstîlê di nav de bûn qeza kir, di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Qeza, li Taxa Nurîyeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku di bin îdareya Y.O. de bû û aîdê fîrmayekî tekstîlê bû, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li refûjê qelibî.

Di encama qezayê de 10 kes birîndar bûn û li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.