Mînîbûsa ku karkeran vediguhast qeza kir: 2 mirî 18 birîndar
Li Rihayê serwîsa karkerên zireatê vediguast û otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest danû 18 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Rihayê serwîsa ku karkerên zireatê vediguast û otomobîl li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Qeza di wextên şeveqê de li nêzî taxa Kisasê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 63 DP 614 a ku ajokarê wê Atîlla Ateş bû û karkerên ku di serayê de dixebitîn di nav de bûn bi otomobîla bi plaqeya 38 KV 746 re li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn. Piştî ku bi qezayê hat bihîstin re gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Hat hînbûn rewşa 3 karkeran giran e û derbarê mijarê lêpirsîn hat destpêkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.