Mînîbusa ku karkeran vediguhast qeza kir: 6 birîndar

Mînîbusa ku karkeran vediguhast qeza kir: 6 birîndar

Li Êlihê mînîbusa ku karkerên tekstîlê tê de bûn û wesayîteke din li hev qelibîn, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza li Çiyayê Qîra ya li ser rêya Êlih-Beşîrê di saetên sibehê de pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbusa bi plaqeya 72 C 0089 a ku karkerên tekstîlê dibir gundê Eskîhamurê, li wesayîta bi plaqeya 34 DZR 296 qelibî. Di qezayê de 6 kesên navên wan nehat hînbûn birîndar bûn.

Birîndar piştî midaxeleyên ewil ên ekîbên tenduristiyê yên li cihê qezayê bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Beşîrî û hatin dermankirin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.