Mînîbusa ku personelên leşkerî vediguhast qulibî: 11 birîndar

Mînîbusa ku personelên leşkerî vediguhast qulibî: 11 birîndar

Li Îzmîrê mînîbusa ku personelên leşkerî vediguhast ji rê derket û qulipî cobarê, di encamê qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Qeza li nêzî Bayatliya rêbeja Bergama-Îzmîrê pêk hat.

Mînîbusa ku personelên leşkerî vediguhast, ji ber barana ku rê şemitok bûbû ji rê derket û ket cobarê.

Li ser xeber dayînê ekîbên îtfaiye, tendirustî û polîsan hatin cihê bûyerê.

Ekîbên îtfaiyeyê 7 kesan ji cihê ku asê mabûn derxistin. 4 kes jî bi îmkanên xwe ji cihê ku asê mabûn derketin.

Di qezayê de 1 efser, 5 çawîşê naser, 4 er û 1 şifêrê sivîl birîndar bûn.

Hat ragihandin rewşa birîndarên ku hatin rakirin nexweşxaneyan baş e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.