Mînîbûsa rêwiyan gindirî şarampolê: 2 jê giran 7 birîndar
Li Nîzîba navçeya Entabê mînîbûsa rêwiyan gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tev de 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Entabê-Nizîbê pêk hat. Mînîbûsa bi plaqeya 27 Y 6354 a ku rêwiyan dibir Nîzîbê gindirî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê giran tev de 7 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.