Mînîbusa rêwiyan û tir li hev qelibîn: 4 mirî, 3 birîndar

Mînîbusa rêwiyan û tir li hev qelibîn: 4 mirî, 3 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêbeja Sêwas-Meletiyê pêk hat de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza di saetên sibê de li Yagdonduran pêk hat. Hat îddîakirin ku ji ber rêya şemîtok mînîbûsa ku ajokarê wê K.S. bû û tira ku ji hember dihat li hev qelibîn.

Li gor tespîtên ewil di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê gelek ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.