Misir, Gazî Sefîrê Xwe Yê Li Îsraîl Kir
Li gor ajansên xeberan Misirê ji Siyonîst Îsraîl sekinandina êrîşên bi bal Ğezzeyê ve xwest û qerara vekişandina sefîrê xwe yê Îsraîl sitende.
Li gor ajansên xeberan Misirê ji Siyonîst Îsraîl sekinandina êrîşên bi bal Ğezzeyê ve xwest û qerara vekişandina sefîrê xwe yê Îsraîl sitende.
Serekcimhûrê Misrê Muhammed Mursî, ji bo ku Konseya Ewlehiyê a Milletên Yekbûyî bi lez kom bibe bang kir û te’lîmat da temsîlkarê xwe yê li Milletên yekbûyî.
Wezîrê Karên Derve yê Misrê Muhammed Kamîl Amr jî go: “Di demeke ku Rojhilata navîn di pêvajoyeke zor de ye, van êrîşên Îsraîl dê li herêmê bibin sedemê xetereke mezin.”
‘Amr ji Îsraîl daxwaz kir ku: Bi lez êrîşên xwe yên li hember Ğezzeyê bisekinîne û gavên ku gengeşiyê zêdekin navêje.
Yekîtiya ‘Ereban jî li ser xwestekên hatin qerara civandina ‘acil sitende. Dê civîn di dereceya wezîrên karên derve ve çêbibe. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.