Misir xwendevanên Misliman ên Uygurî teslîmî Çînê kir

Misir xwendevanên Misliman ên Uygurî teslîmî Çînê kir

Polêsê Misirê yê ku di wan rojên borî de digel yekîneyên îstîxbarata Çînê di ser malên xwendevanên Misliman ên Uygurî de girtibû temamê xwendevanan teslîmî Çînê kir.

Heftiye borî polêsê Misirê digel yekîneyên îstîxbarata Çînê   di ser malên xwendevanên Misliman ên Uygurî yên ku li Zanîngehên El Ezher û Al Fajr dixwînin de girtibûn û gelek xwendevan di serdegirtinê de hatibûn binçavkirin. Her wisa hinek xwendevan jî di  lokantayên Uyguriyan de hatin binçavkirin.Temamê xwendevanên ku hatin binçavkirin û bi ‘terorîstbûnê’ hatin wesfandin teslîmî Çînê hatin kirin.

Tê zanîn birêveberiya Komînîst a Çînê him li nava welêt û him jî li derveyê welêt li dijî Mislimanên Uygurî (Tirkistana Rojhilat) operasyonan dike. Çînê ku zilmên cûrbecûr li Mislimanên Uygurî dike di binçaviyê de gelek Mislimanan şehîd dike.

Digel temamê bertek û reaksiyonan Çîn sepana xwe ya xeyrî însanî didomîne.(ÎLKHA)






















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.