Misirê Gava “Komîteyên Gel”
Li Misrê partiya siyasî a Cema’eta Îslamî, Partiya Avakirin û Pêşketinê, ji bo ku li kolanên Misirê ewlehî bê bidestxistin, teklîfa ku amade kiribûn pêşkêşî parlementoyê kirin.
Li Misrê partiya siyasî a Cema’eta Îslamî, Partiya Avakirin û Pêşketinê, ji bo ku li kolanên Misirê ewlehî bê bidestxistin, teklîfa ku amade kiribûn pêşkêşî parlementoyê kirin.
Şêwirmendê Partiyê Xalid Eş Şerîf, di civîna medyayî de go: “Li hember tiştên li kolanên Misirê diqewimin du rê li pêşiya wan hene. An wê li kolanan kaos dewam bike an jî wê artêşa Misir mudaxele bike û protestovanan ji kolana dûr bike. Kesên ku dixwazin ewlehî û îstîqrara Misirê xira bikin hene. Me jî serê xwe li ser vê yekê êşande û ji bo ku destekê bidin polîsa me teklîfa sazkirina Komîteyên Gel li parlementoyê kir.”
Cema’eta Îslamî, çend roj berê li Bajarê Asyûtê ji bo kontrola meşa trafîkê û destek dayîna polîsan endamên xwe yên cilê wan kes li kolanan wezîfedar kiribû.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.